Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku 20 kes ji darêjerên pîlanên terorîstî li dijî Îsraîlê hatine kuştin

11:58 - 12 Çirriya paşîn 2023

Artêşa Îsraîlê ragihannduiye ku 20 kes ji darêjerên pîlanên terorîstî û hovaneya li dijî xelkê Îsraîlê li Xezê de kuştine û wêneya çend kes ji wan jî belav kiriye.

Pêka rapora dezgeha Ewlehiya Îsraîlê “ŞÎN BÊT” li encama êrîşên esmanî bo ser binkeyên Hemasê li Xezê de 20 milîsên Felestînê ku piraniya wan ser bi girûpa Hemasê bûn, kuştine û ew kesane li salên dawiyê de bo êrîşkirin bo ser xelkê Îsraîlê hewl dane.

Herwisa Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Natanyaho” jî bi tekezî ragihandiye: “Piştî dawîanîn bi Hemasê, em dê ewlehiya Xezê bo heyameke nexuya bigrine stuyê xwe”.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Yekşemî 21ê Xezelwerê ji demjimêr 10ê sibêdehê heta 2ê piştînîvro rêya Selahedîn bo derbasbûna ewleh a xelkê Felestînî yên li bakûrê Xezê bo deverên başûrî vekiriye û daxwaz ji xelkê Felestînê kir ku bo parastina canê xwe ji deverên bakûrê Xezê derkevin.