Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê her diçe dijvartir dibe

12:55 - 12 Çirriya paşîn 2023

Şerê Îsraîl û Hemasê roj bi rojê dijvartir dibe û xisarên wî şerî mezintir dibin, hejmara kuştî û birîndaran jêlel diçe, û sedan hezar kes li Xezê de bê mal û hal mane û penaber û derbider bûne.

Êrîşa vejayî a Artêşa Îsraîl bo ser Xezê berdewame û bi sedema vê êrîşê ve niha Xeze bûye 2 beş û bi biryara Îsraîl, xelkê sivîle bakûra xezê, koçberî beşa başûre Xezê bûne.

Artêşa Îsraîl karîne dest bi ser dehan binke û kogayên cebirxane û mûşekên Hemasê de bigrin.

Artêşa Îsraîl di vê êrîşa xwe ya vejayî de dehan Tonêlên Hemasê teqandine û herwisa Firokên şerker jî berdewam hin nawçên Xezê ku hêzên Hemasê tê de berxwedaniyê dikin, bi tundî bombebaran dike.

Rewşa Xelkê sivîle Xezê gelek xirabe û xwarin û hewcehiyên destpêkiye bo zindî manê gelek zehmet dest dikevin.

Ji aliyekî dinê jî Hizbullaha Lubnanê bi armanca berfirehtir kirina eniyên şer, mûşekan dihavêje nava xaliya Îsraîl, û Îsraîl jî li bertekê de bi tundî başûra Lubnanê bombaran dike.

Gorî dawî amaran, heya niha pitir ji 12 Hezar Felestînê û pitir ji Hezar û 700 kes Îsraîlî hatine kuştin û 30 Hezar kesî pitir jî birîndar bûne.

Zêdebarî daxwaziyên navnetewî bo ragirtina şer, Îsraîl ragihandiye heya ji nav çona yekcariye Hemasê ev dê berdewam bin.