Serkwezîrê Îsraîl li hember givaşên welatan bo sekinandina şer bi micidî û tekezî got: “Heta yek bi barimtegirtî jî li destê hemasê de mabe, ti îmkanek bo sekinandina şer nîne”.
Pêka rapora “Associated Press” a Amerîkayê, Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” li berteka givaşa çendîn welatên cîhanê bo sekinandina şer bi tekezî û micidî ragihandiye: “Armanca wî şerî, serkevtin e û ti cihgirek bo vê nîne, sekinandina şer li demekê de îmkan heye ku Hemas tevahiya 239 bi barimtegirtiyan azad bike”.
Li heyamekê ku xeleka dorpêça Artêşa Îsraîl li Xezê tengtir dibe û şer nêzî nexweşxaneya bingehîn a wî bajarî bûye, çendîn welatan ên wek Feransê daxwaz ji Îsraîlê kiribûn ku şer bisekinîne.
Ji aliyê din ve Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku amade ye hemû nexweşên li nexweşxaneyan bo nexweşxaneyên din veguhaze.
Herewisa Benjamin Netanyahu li derheq armanca Îsraîlê ji bidestvegirtina ewlehiya Xezê piştî jinavbirîna Hemasê û sivîlîzekirina bajar de, gotiye: “Îsraîl dibe ku bikare bo girtina kesên leşkerî bi hêsanî, li navxweyê Xezê de çon û hatinê bike”.