Kombûnên nerzayetî yên kedkaran, peresdaran û malnişînkiriyan li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon.
Roja Yekşemî 21ê Xezelwera 1402 a Rojî, malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî li bajarê Kirmaşanê de li hember cîbicînebûna daxwaziyên xwe, li ber deriyê Sendûqa malnişînkiriyên civakî li bajarê Kirmaşanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kombûna nerizayetî ya malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî li bajarên “Şûş û Ehwaz”ê de li ber deriyê Fermandariya Rejîmê û Saziya Dabînkirina Civakî bi rê ve çon.
Karmendên fermî yên Wezareta Neftê yên kompaniya “Nefta Felatê Qarê” li devera Neftî ya “Sîrî”, karmendên fermî yên wezareta Neftê li deverên neftî yên Ehwazê û kompaniya “Behrêberdariya Neft û Gaza Axacarî” kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Kedkar û malnişînkiriyên pîşeya Pola û Kangehan li bajarên Tehran, Îsfehan û Ehwazê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine ku pêka rapora Sendîkaya Azad a Kedkaran, li bajrê Tehranê de hêzên hov û tepeserkar ên întizamî û ewlehî yên rejîmê, tundûtîjî xistine nav kombûnê û hejmarek nerazî binçav kirine.
Kombûna nerizayetiya Presdaran jî li bajarên Kaşan, Aran û Bîdgulê de li ber deriyê stada navendî ya zanîngeha zanistên pizîşkî ya bajarê Kaşanê bi rê ve çoye.