Bi 10an endamên meclîsa “xelk” û meclîsa “Lordan” a Birîtaniyayê daxwaz ji Serokwezîrê Birîtaniyayê “Rishi Sunak” kirine ku spaha pasdaran bêxe nava listeyê rêkxiravên terorîstî.
Zêdetir ji 60 endamên meclîsa xelk û meclîsa Lordan a Birîtaniyayê, bi şandina nameyekê bo Serokwezîrê Birîtaniya “Rishi Sunak” daxwaz jê kirine ku “bi berçavgirtina şer û aloziyên li Rojhilata Navîn, niha bi naskirina spaha pasdaran wek rêkxiraveke terorîstî, ji her demekê zêdetir, hewce ye”.
Wan nûneran li nameya xwe de bi tekezî gotine ku biryardanek wiha, dê pêngawek bo cihgîrbûba aşitî, aramî û dadperwerî li Rojhilata navîn û zêdetir ji vê tê hilgirtin.
Tevî ku sala derbasbûyî jî berpirsekî payebilin ê wezareta Derve ya Birîtaniyayê daxwaza bi terorîstnaskirina spaha pasdaran kiribû, lê heta niha biryara dawî li ser tomarkirina navê spaha pasdaran li listeya rêkxiravên terorîstî de nehatiye dan.
tevî ku spaha pasdaran li jêr dorpêçên berfireh ên welatên Birîtaniya, Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Kanadayê de ye, lê heta niha tenê Amerîka Sipah weke rêkxiraweke terorîstî xistiye nava girûpên terosîstî de.