Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê daxwaz ji xelkê başûrê Lubnanê kiriye ku ji sînoran dûr bikevin

11:49 - 13 Çirriya paşîn 2023

Pîştî erîşa rakêtî û xompareyan a Hizbullaha Lubnanê bo ser Îsraîlê, Artêşa Îsraîlê bi armanca lêdana binke û navendên Hizbullahê li başûrê Lubnanê, daxwaz ji xelkê deverên başûrê Lubnanê kiriye ku ji sînoran dûr bikevin.

Piştî êrîşa Hizbullah a Lubnanê bo ser Îsraîlê, Artêşa Îsraîlê ragihand ku 7 serbazên Îsraîlî û 10 kes ji xelkê medenî yên Îsraîl ê hatine birîndarkirin û Îsraîlê jî li bersivê de binke û bargehên Hizbullah a Lubnanê li başûrê Lubnanê de bi tundî bombebaran kiriye, lê bo parastina canê xelkê medenî daxwaz ji xelkê wan deveran kiriye ku ji sînorê Lubnan û Îsraîlê dûr bikevin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê “Daniel Hagary” li derheq wan êrîşên Hizbullahê de gotiye: ev êrîşên Hizbullahê bo ser xelkê medenî yên Îsraîlê gelek metirsîdar bûn û huşdarî da ku Artêşa Îsraîlê amade ye û renge ku dê berteknîşandanê xwe bi wan kiryaran, berfirehtir bike.