Wezîrê Bertevaniya Amerîkayê ragihand ku li demjimêrên şeva 21ê Xezelwerê, 2 binke û navendên milîsên ser bi rejîma Îranê û spaha pasdaran li rojhilatê Sûriyê û nêzî sînorî Îraqê, teqandine.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê “Lloyd Austin” ragihand ku hêza Esmaniya Amerîkayê li demjimêrên şevê 21ê Xezelwerê li 2 êrîşên giran de bo ser navendeke perwedeya leşkerî û navendeke ewlehî a milîsên ser bi rejîma Îranê li nêzî bajarê “Ebûkemal û Meyadîn”ê de ew teqandine.
Herwisa wî berpirsê Pentagonê ragihand ku ew êrîşe bo bersivdan bi êrîşên berdewam ên bo ser hêzên Amerîka li Sûriyê û Îraqê de hatiye encamdan.
Çend rojan berî niha jî hêza Esmaniya Amerîkayê, navenda cebirxane û enbara bingehîn a spaha pasdaran a terorîst li rojhilatê Sûriyê de teqandibû.