Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna rêjeya peresdaran li nexweşxaneyên Îranê, bûye gef li ser canê nexweşan

22:23 - 13 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema kêmbûna rêjeya peresdaran li nexweşxaneyên Îranê, pêregihîştina hewce bo nexweşan nayê kirin ku ew yeka bûye sedema canjidestdana nexweşan.
Sekreterê Ofîsa Peresdarên Îranê “Mihemed Şerîfî Muqeddem” li derheq paşhatên derkevtina kadrên dermanî ji Îranê huşdarî da û got: “Kêmbûna micid a peresdaran li Îranê, bûye sedema canjidestdana nexweşan li nexweşxaneyan de.
navbirî bi tekezî got: “Ez bi micîdî û eşkere dibêjim ku nexweş bi sedema nebûna peresdar, li nexweşxaneyan de canê xwe ji dest didin”.
Herwisa wî berpirsê peresdarên Îranê tevî îşarekirin bi derketina peresdaran ji Îranê, got: “Peresdarên Îranê rû bi welatên “Alman, Amerîka, Ustraliya û Kanada”yê dikin û her salê zêdetir ji 3 hezar peresdar ji Îranê derdikevin lê wezareta Tendirûstî, bi pêka vê amarê jî xelkê bo kadrên dermanî vernagire”.
Pêka gotina navbirî, ji sala 1399 heta sala 1402 a Rojî, biryar bû ku 12 hezar kes wek peresdar bêne vergirtin lê heta niha ev proseye bi dawî nehatiye û her salê gelek kêmtir ji amara koçberbûna peresdaran, kardê dermanê têne vergirtin û niha hewcehî bi zêdetir ji 100 hezar peresdaraî heye. 
Sekreterê Ofîsa peresdarên Îranê ev yeka jî got ku %90 a persdaran ji karê xwe nerazî ne û %10 a mayî jî ew peresdar in ku karê îdarî yên asayî li şîfta sibêdehê dikin û xwediyê odeyên taybet bi karê xwe ne.