Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

22:24 - 13 Çirriya paşîn 2023

Weklatiyekî xelkê parêzgeha Îlamê piştî birîndarkirin ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rejîmê, bê berçavgirtina birîndarbûna wî, ew binçav kirine û bê pêregihîştina pizîşkî bo ciheke nexuya veguhastine.
Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Şemî 20ê Xezelwera 1402 a Rojî, “Mêhrab Kûşa”, yê xelkê bajarê “Karzan”ê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi teqeya rastersat hate birîndarkirin û piştre hate girtin.
Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî maşîna wî welatiyê kurd kirina armanca gulleyan û pêyek vî birîndar kirine.
Hêzên hov ên ewlehî yên rejîmê, bi awayekî dûr ji mirovahiyê û bê hebûna ti belgeyeke yasayî “Mêhrab Kûşa” bi bê pêregihîştina pizîşkî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Hêjayê gotinê ye ku “Mêhrab” li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînan, bi dana soza nivîskî, ew azad kiribûn.