Hemas, nexweşxaneyên Xezê û xelkê medenî yên Xezê wek mertalê zindî bi kar tîne ku bikare tevî givaşxistin bo ser Îsraîlê, lezgîniya jinavçona xwe kêmtir bike, lewma yekîtiya Ewropayê, ew karên Hemasê şermezar kirin.
Roja Dûşemî 22ê Xezelwerê, 27 welatên Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina daxuyaniyekê, tevî daxwazkirina diyarîkirina rêyeke deryayî bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezê, bi yekdengî girûpa tundajo a Hemasê şermezar kirine ku ew girûpe, nexweşxaneyên Xezê û xelkê medenî yên Xezê wek mertalê zindî bikar tîne.
Herwisa berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, “Josep Borrell” ragihand: “Vê yekîtiyê hevdem daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku bo rêgirîkirin ji xisarên mirovî, hewla herî zêde ya xwe bo xweprastin ji teqekirinê bide”.
Herwisa Yekîtiya Ewropayê li vê daxuyaniyê de daxaz ji Hemasê kiriye ku tevahiya barimite anku dîlên destê xwe bi bê ti mercekê , azad bike.