Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di demekê de ku Amerîka haydariyê dide Îranê, Binkeyên Amerîka li nawçê de dikevne ber êrîşê

07:55 - 2 Çirriya paşîn 2023

Matiyo Mîler berdevkê wezareta derve a Amerîka ragîhand ku em bi zelalî peyamê didne rejîma Îranê ku nabe li cehda aloztirkirina şerê di navbera Hemas û Îsraîl de be û bi qazancê xwe mifahê jê wergire.

Mîler herwisa ragihand ger binke û berjewendiya Amerîka li herêmê de bikeve ber êrîşa girûpên ser bi Îranê, Amerîka dê bi tundî bersiva Îranê bide.

Rast piştî wan gotinên berdevkê wezareta derve a Amerîka û gefxwarina ji rejîma Îranê, Mezintirîn payîgeha hêzên Amerîka li Sûriyê de kevte ber êrîşa mûşekiye girûpên girêdayî bi Îranê.

Binkeya Amerîka li nawça Neftiye “El omer” li rojhilatê Dêrelzûrê şeva derbasbûyî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kevte ber êrîşa Mûşekî û di nava agir û dûkelê de ye.