Li çendîn bajarên Rohilatê Kurdistanê û Îranê de mamosteyan, xwendekaran, malnişînkiriyan, kedkaran û karmendan, kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Duşemî 22ê Xezelwerê, malnişînkiriyên Muxabiratê li bajarên “Sine û Kirmaşan” li Rojhilatê Kurdistan û bajarên Ehwaz, Şîraz, Tehran, Zahidan, Îsfehan, Reşt, Erdebîl û Benderebas”ê de kombûna nerizayetî li ber deriyê îdareyên peywendîdar li wan bajaran de lidar xistin.
Kombûna nerizayetiya kedkarên pîşeya Pola li sêyemîn roja xwe de li bajarên Îsfehan û Ehwazê de berdewam bû.
Herwisa karmendên fermî yên wezareta Neftê û yekeya şandina neftê ya dorgeya Xark jî kombûna neizayetî lidar xistin.
Mamosteyan li bajarên “Refsencan û Îsfehan”ê û xwendekarên zanîngeha “Terbiyet Moderis” li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine.