Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyamê 50 rojî de, 51 Sûxtberên belûç hatine kuştin

10:23 - 14 Çirriya paşîn 2023

Gorî amarên belavbûyî, li heyamê 50 rojên derbasbûyî de, aliyê kêm 50 kes ji şewatberên Belûç li deverên cuda cudaye Sîstan û Belûçistanê cane xwe ji dest dane ku piraniya wan bi teqeya rasteraste hêzên mirovkuje rejîmê ve hatine kuştin.

Li heyamê wan 50 rojên despêka werzê Payîzê heta niha, 50 sûxtber bi gulleyên hêzên çekdare rejîmê û bûyerên vergeryana maşînan, yan şewitîna di nava Agir de cane xwe ji dest dane.

Herwisa ji bilî kuştina 50 Belûçên Şevatber, dehan kesên dinê jî bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bûne.

Deverên Belûçistanê ku kevtine ser sinûrê Pakistan û Efxanistanê, piraniya xelkê wê bêkar û belengazin û zêdebarî dehan metirsiyên ser rêka xwe, ji bona peydakirina nanekê, hewara xwe bo veguhestina şevatê wek Neft, Gazoîl, û Benzînê birine.

Gorî amaran kêm roj heye ku li Kurdistanê kolber û li Belûçistanê Sûxtber nekevne ber teqa hêzên rejîmê û yan têne kuştin, yan birîndarkirin.