Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma mirovkuj pêla sêdaredana girtiyan zêdetir kiriye

11:30 - 14 Çirriya paşîn 2023

Rejîma komara îslamî kêm roj heye ku çendîn kesan bi sûçên cuda cuda, li girtîxanên xwe de, li sêdarê need.

Roja derbasbûyî 21ê Xezelwerê 3 lavên Belûç li girtîgeha Zahidanê de, hatne sêdaredanê, ku rêkxistina mafê mirove Îranê ragihand ku 3 kes bi navên, Mihemed Kerîm Barkezayî temen 28 salî, Mihemed Birahûyî temen 28 salî, Idrîs Bîleranî temen 31 salî, li girtîxana Zahidanê de ji aliyê rejîmê ve hatine êdamkirin.

Herwisa roja 20ê Xezelwerê jî girtiyekî dine ye siyasî bi nave Meysem Dêhqanî li girtîgeha Dozapê de hatiye sêdaredanê.

Rêkxistina mafê mirove Îranê ragihan: Tenê di roja Yêkşemiyê 21 Xezelwerê de, Li girtîxanên Adilabada Şîrazê, Îsfehan, Cîroftê de, serhev 9 girtî bi sûçên cuda cuda ji aliyê rejîmê ve hatine sêdaredanê.