Hêzên Artêşa Îsraîl pêngav bi pêngav nawçên Xezê kontirol dikin û hinek cihan rastî çekdarên Hemasê tên û şerên giran û kolan bi kolan çêdibin.
Îsraîl ragihand ku heya niha li êrîşa vejayî ye xwe de, dest bi ser dehan binke û barigehên hemasê de girtine.
Hêzên Artêşa Îsraîl dehan Tonêl û Lexm û embarên çek û cebirxanên Hemasê teqandine.
Li nexoşxanên Xezê de bi sedema nemana şewatê û nebûna berqê, alavên ceribandin, ragirtina xwînê, dana oksîjên, bi temamî li kar kevtine.
Sedan Hezar Felistîniyan li ser daxwaza Artêşa Îsraîl bakûra Xezê bi cî hêlane û çone başûrê Xezê.
Îsraîl daxwazên navnetewî û welatên Erebî ji bona ragirtina êrîşan red kir û ragihand heya azadkirina hemî dîlên destê Hemasê de ev dê berdewam be li ser êrîşan.
Li hinek cihên Xezê de tirajîdiyaya mirovî qewimiye û bi sedema bombarana ji aliyê Îsraîl ve, egera hindê heye ku temê sedan û belkî hezaran kesan bin kavlan de mabe.
Îmkanatên hewcehiyê jiyanê weke Ava xwarinê, Nan hewcehiyên Zarokan wek Şîr û derman destnakevin.
Îsraîl îdia dike ku Hemas hêzên xwe bi çekên giran ve li cihên weke nexweşxanan de cih kirine û xelkê sivîl û jin û zarok kirine mertal.