Artêşa Îsraîlê li berteka êrîşên rakêtên dijetank û narincekan ji aliyê Hizbullah a Lubnanê ve bo ser axa Îsraîl, başûrê Lubnanê bi tundî bombebaran kir.
Pêka rapora ku ji aliyê Artêşa Îsraîl ve hatî belavkirin, çendîn cih li nêzî gundê “Margaliyot” li bilindahiyên Gulanê û nêzî bajarokên sînorî yên “Ciftah, Metat, Şamire û Ereb El-Ermişe li başûrê rojava” ji aliyê milsên Hizbullaha Lubnanê ve kevtibûne ber êrîşa mûşekên dijetank û narincekhavêjan, lewma balafirên şer ên Îsraîlê ev cihên ku ji wan ve êrîş hatine encamdan, bi tundî bomberan kirine.
Hizbullah a Lubnanê ku naxwaze bi rasterast tevlî şerê digel Îsraîlê bibe, heta niha bi rêya katyûşa û çekên nîve sivik êrîş kiriye ser bajar û bajarokên sînorî, û Îsraîlê jî bi berdewamî huşdarî daye ku eger Hizbullah tevlî şerê rasterast bibe, Lubnan dê nirxa vê bide û wek Xezê dê kawil be.