Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê lavekê rewanserî li etega çiya peyda bû

10:30 - 15 Çirriya paşîn 2023

Piştî hefteyekê windabûna kesekî xelkê bajarê rewanserê, roja derbasbûyî termê bê rihe wî peyda bû.

Piştî hefteyekê bêserşûnbûna kesekî bi navê Seîd mihemedî, temen 38 salî xelkê bajarê Rewanserê li Rojhilatê Kurdistanê, Roja 12ê Çirriya Paşîn a 2023an, termê wî li ber etega çiyayê “Yelower” û nêzî goristanê hate peydakirin.

Seîd Mihemedî hefteyekê berî niha winda bibû, malbata wî ji bona peyda kirina wî, serdana navendên ewlehiye rejîmê, nexweşxana û gelek cihên giştî kiribûn, lê malbata Mihemedî digel berteka îdareya îtlaata rejîmê hember bibûn.

Malbata Seîd Mihemedî dane zanîn ku wî ti arîşe û nerehetiyek tevî kesê tinebûye û ev hêzên ewlehiye rejîmê û îdareya îtlaata rejîmê berpirsyarê revandin û kuştina kurê xwe dizanin.