Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de berdewamin

10:48 - 15 Çirriya paşîn 2023

Kombûna nerizayetiya mamosteyên Malnişînkirî û herwisa malnişînkiriyên îdare û saziyên din li parêzlgehên Rojhilatê Kurdistanê û çend bajarên Îranê de bi rê ve ço.

Roja Sêşemî 23ê Xezelwera 1402 a Rojî, kombûna nerizayetiya mamosteyên malnişînkirî û malnişînkiriyên îdare û dezgehên din li Rojhilatê Kurdistanê û çend bajarên din ên Îranê bi rê ve çon.

Li bajarên “Kirmaşan, Sine û Îlam”ê li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên “Qezwîn, Hemedan, Sarî û Ehwaz”ê li Îranê, kombûna nerizayetiya Mamosteyên Malnişînkirî û malnişînkiriyên din ên wek malnişînkiriyên saziya Dabînkirina Civakî û pîşeya Neftê, bi rê ve çon.

Herwisa li bajarê Urmiyê de jî ajotvanên otobûsan bi sedema kêmkirina qasa şewata rojaneya wan, kombûna nerizayetiyê lidar xisrtine.

Kedkarên bajarvaniya Îlamê bi sedema paşketina 3 mehaneya heqdestên xwe, kombûna nerizayetiyê lidar xisrtine.

Ji aliyê din ve jî karmendên Wezareta neftê li deverên neftî yên Îranê de careke din kombûna nerizayetî lidar xistine.