Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê welatiyekî xelkê bajarê Selamsê bi dar vekir

11:34 - 15 Çirriya paşîn 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Selmasê ku bi tohmeta “Kuştin”ê, ji aliyê dezgeha dad a Rejîma Îranê ve cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rejîmê li bajarê Selmasê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “HRANA”, welatiyekî xelkê gundê “Eyan”ê ser bi devara navendî ya bajarê Selmasê yê bi navê, “Arman Babazade Eyan” ê kurê “Behram” ku bi tohmeta “kuştin”ê ji aliyê dadgeha rejîma Îslamiya Îranê ve cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li sibêdeha roja Sêşemî 23ê Xezerwera 1402 a Rojî, li girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Selmasê de hate bidarvekirin.

Heta niha, bidarvekirina wî welatiyî, ji aliyê berpirsên fermî yên peywendîdar an ragihandinên navxweyê Îranê nehatiye belavkirin.