Bi sedema êrîşa Saybêrî, karê dabeşkirin û firotina benzînê li piraniya yekeyên pompên benzînê li seranserê Îranê sekiniye û tevî xwenîşandana nerizayetiya xelkê, xisarên micid bi aboriya rejîmê kevtiye.
Piştî êrîşa Saybêrî ya girûpa Hekêriya “Goncişkê Derendê” bo ser sîstema pompên benzînên Îranê, dabeşkirin û firotina benzînê li seranser Îranê de sekiniye û bi tenê li hinek cihan de bi alavên destî benzîn tê firotin, lê çêbûna sefên dirêj li ber yekeyên pompên benzînê, nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye û li çendîn cihan de xelkê xwenîşandan kirine.
Rejîma Îranê di cihê çareserkirina pirsgirêkê, hêzên ewlehî û întizamî li ber deryê yekeyên pompên benzînan de cihgîr kirine ku li egera xwenîşandanên nerizayetî de xelkê serkut bikin.
Firotin û dahata Benzîn, neft, gaz û berhemên din li Îranê li qurixa hêzên ser bi rejîmê bi taybet spaha pasdaran a terorîst de ye û nefirotina benzînê derbek giran bo aboriya rejîmê ye.
Herwisa berpirsên rejîmê ji destpêkirina xwenîşandanên berfireh ditirsin, lewma bi lezgînî bas kirine ku bi ti awayek nirxa benzînê bilind nabe û tewî vê gotina berpirsên rejîmê, rewş bo rejîmê nacihgîr e.