Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyên Yemenê, gemiyeke barhilgir li deryaya sor de kirine armanc

11:35 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Gemiyeke barhilgir a ticarî ya Norwêjê ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve bû armanc û xisarên malî bi vê gemiyê kevtine lê ti xisareke canî nebûye.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Reuters”ê gemiya barhilgir a “Swan Atlantic” ku hilgirê madêm kîmiyayî bûye, roja Duşemî 27ê Sermawezê kevtiye ber êrîşa alaveke nenaskirî û xisarên malî li vê gemiyê kevtine lê pêka gotina kompaniya Norwêjî ya “Inventor Chemical Tankers” a xwdiyê vê gemiyê daye zanîn ku ti kesek li vê êrîşê de birîndar nebûne.

Herwisa Reuters”ê daye zanîn ku ew gemiyê li avên li jêr kontrola Hûsuyan de kevtiye ber êrîşê û piştî ku ew êrîşe hatiye kirin daxwaza bihawarçona lezgîn kiriye ku gemiya şerkera Amerîkayê ya bi navê “USS Kearny” bi hawara wan ve çoye.

Gefên Hûsiyan bo ser ewlehiya gemiyên li avên nêzî Yemenê bi taybet li deryaya Sor û geviya “Babulmendeb” bûye sedem ku hêza deryayîya Amerîka ya li jêr fermandehiya “CENTCOM”ê 12 gemiyên şerker ên din bo parastina deverê ji êrîşên Hûsiyan li seranserê avên deryaya Sor de cihgîr bike û berê jî 19 gemiyên din ê şerker cihgîr kiribûn.