Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokên Mûsad û CIA û Serokwezîrê Qeterê kombûnek lidar xistin

11:42 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Li bajarê “Werşo”, paytexta Lehistanê, Serokê Mûsad a Îsraîl û serokê CIA a Amerîkayê digel Serokwezîrê Qeterê hevdîtin kirin û li derheq azadiya barimteyên destê Hemasê danûstandin kirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Way Nêt”, Serokwezîrê Qeterê “Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî” digel Serokê Mûsadê “Dêyvîd Barniya” û serokê CIA “Wiliyam Borns” li bajarê “Werşo”, paytexta welatê Lehistanê, hevdîtin kirine û li derheq azadkirina barimteyên ku li destê Hemasê de mane, danûstandin kirine.

Li rapora “Way Nêt”ê de hatiye ku qonaxa nû ya danûstandinan bo azadkirina barimteyên destê Hemasê û binçavkiriyên Felestînî yên li girtîgehên Îsraîlê, dê demdirêjtir, aloztir û dijwartir ji rewşa asayî be.

 Li halekê de ku Hemas bi hemû awayekê dixwaze xwe ji şer rizgar bike û şer bisekinîne lê mercên ku bo azadkirina barimteyan daniye, beşek ji wan wek paşekêşiya hêzên Artêşa Îsraîl ji Xezê, bi ti awayek ji aliyê Îsraîlê ve nayê qebûlkirin.

Tevî ku heta niha encama danûstaniya 3 alî ya Serokên Mûsad, CIA û Serokwezîrê Qeterê nehatiye zanîn, lê pêka biryarên Serokwezîrê Îsraîl û Artêşa Îsraîl, heta dawîanîn bi Hemas û şiyana çekdariya vê girûpê , şer nasekine.