Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên rejîmê hate kuştin

11:46 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Roja Duşemî 27ê Sermawezê kolberekî Kurd yê bi navê Elî Qadirî temen 52 salî kurê Mihemed û xelkê Merîwanê li encama teqeya rasterast a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Merîwanê hate kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya mafê mirove Kurdpayê, hêzên çekdare rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê li dema vegerîn ji kolberiyê li devera sînorî a Asnawe û Merane, teqe ji wî kolberî kirine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, ev kolberê Kurd bi sedema berkeftina 3 guleyan bi singê wî canê xwe ji dest daye.

Ev kolber xelkê gundê Zinûrî ê ser bi bajarê Merîwanê ye, herwisa xîzandare û xwediyê 4 zarokan e.