Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê berdewamin

11:49 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rê ve çon

Roja Duşemî 27ê Sermawezê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek “Sine, Kirmaşan, Merîwan û Bîcar”ê û herwisa li Parêzgeha Luristanê de bi rê ve çon û malnişînkirtiyan nerizayetiya xwe li derheq binpêkirina mafên xwe û birêveneçona biryarnameya karpêdan û xweşbijîviyê, li ber deriyê bînaya wan îdareyan li wan bajaran de lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat a Îranê li bajarên “Hemedan,Tewrêz, Îsfehan, Zencan, Tehran, Şîraz, Reşt, Erdebîl, Erak û herwisa li parêzgehên “ Hormozgan, Xurasan û Çarmihal û Bextiyar”yê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi  mafên xwe û birêveçona biryarnameya karpêdan û xweşbijîviyê, li ber deriyê bînaya wan îdareyan li wan bajaran de lidar xistin.

Herwisa li bajarê Tehranê û Îsfehanê de wan malnişînkiriyan xwenîşandan û kombûn lidar xistine.

Herwisa malnişênkiriyên kompaniya Pola li bajarê îsfehanê de xwenîşandan kirin û piştre kombûna nerizayetioyê lidar xistin.