Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîrozkirina roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê li Kurdistanê berdewam in

12:34 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Li çendîn bajarên rojhilatê Kurdistanê de endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Demokrat çalakiyên berfireh ên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawez, roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê” bi rê ve birine.

Endam û alîgirên têkoşer li bajarên “Mihabad û Pawê” de çakliyên berfireh ên teblîxî lidar xistin û trakt û wêneyên taybet li çendîn tax û deverên wan bajaran de belav kirin.

Ew çalakiyane li rewşekê de têne kirin ku rejîma Îranê hemû hewla xwe dide ku rêgirî ji birêveçona çalakiyên teblîxî bike û rewşek awarte û ewlehî, li ser gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de sepandiye lê endam û alîgirên Hizba Demokrat bi encamdana çalakiyên teblîxî dane xuya ku li her rewşekê de şiyana birêvebirina her erkekî Hizbî hene û soza xwe digel Hizba demokrat û rêbaza şehîdan nû kirine.

Li wan cihan de çalakiyên teblîxî bi rê ve çone: “

Mihabad: Devera Mehal gundên: “Wetemîş, Şêxalî, Qelacoxe, Qorxan, Kanî Kewtêr, Burhan, Yalawa xwarê, Îsakend, Kulîce, Sîçanbulax, Seholan, Kepe Kend, Hacîelî Kend, Deweşar û Menîçer”.

Herwisa li devera şarwêranê ser bi bajarê Mihabadê, yûbîla Hizba Demkorat li gundê Deryasê de li alaya Kurdistanê li gundê qrexanê çalakî hatine encamdan.

Pawe: taxa Zemîn Şehrî.

Herwisa bi hilkevta 26ê sermawezê li çendîn welatên derve de kumîtên PDKÎ merasimên berfireh lidar xistin û roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê pîroz kirin.