Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropayê bi dijî kiryarên alozker ên rejîma Îranê daxuyaniyek belav kirin

16:29 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Sê welatên xwedîhêza mezin ên Ewropa “Alman, Birîtaniya û Firanse” bi belavkirna daxuyaniyekê rejîma Îranê bi ceribandina mûşekên balistîkî, veguhastina dironan bo Rûsiyê û meyandina Oraniyomê tawanbar kirin.

Roja Dûşemî 27ê Sermawezê, Troîkaya Ewropayê “Alman, Birîtaniya û Firanse” li cîvîna 6 heyvaneya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirna daxuyaniyeke hevpar, rejîma Îranê bi geşedan û ceribandina mûşekên balistîkî, veguhastina Sedan dironan bo Rûsiyê û meyandina Oraniyomê bi tîratiya %60, tawanbar kirin.

Nûnerên wan welatan li vê daxuyaniyê de ragihandine ku rejîma Îranê 22 beranber zêdetir ji qasa rêpêdayî ya li Bercamê oraniyoma meyandî heye û ti hêcetek bilî armanca çêkirina çeka Etomî nîne û ew rêya ku niha rejîma Îranê girtiye pêş xe, rejîma Îranê bi berhemanîna çeka navkî nêzîktir dike.

Bervajiyê piştevanîkirina Amerîka li vê daxuyaniyê, nûnerên rejîma Îranê û Rûsiyê, tohmetên Troîkaya Ewropayê red kirin û derkevtina Amerîka li Bercamê, dorpêçên welatên Rojavayî û helwîstên bi dijî rejîma Îranê, sedema rewş û bombesta niha dane xuya.

Nûnerê rejîmê “Emîr Îrewanî” meyandina oraniyomê bi armancên aşitîxwazane û pêka girêbesta qedexebûna berfirehtirkirina çekên navkî rêpêdayê binav kir û nûnerê Rûsiyê “Vasîlî Nêbênza” jî belgeyên bikaranîna dironên rejîma Îranê li Urkraynê red kir.

Ji aliyê din ve jî, Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, tekez kir ku rejîma Îslamiya Îranê xalên Bercamê binpê kirine û meyandina oraniyomê heta tîratiya %60, nêzîk bi berhemanîna çeka navkî ye.