Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helbestvan û nivîskarekî Kurd li bajarê Hewlêrê Koça dawiyê kir

17:02 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Helbestvan û nivîskarê Rojavayê Kurdistanê mamoste Mûsa Zaxuranî yê navdar bi (Bavê Gulê) li Hewlêrê li Başûrê Kurdostanê  koça dawî kir.

Roja Sêşemî 28ê Sermawezê, helbestvan û Nivîskarê Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Mamosta “Mûsa Zaxuranî” yê naskirî bi (Bavê Gulê) li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Xwedêjêrazî mamosta “Mûsa Zaxuranî”, yê xelkê devera “Qamişlo” a Rojavayê Kurdistanê li sala 1955 li gundekî nêzîkî “Qamişlo”yê li malbateke kurdperwer de jidayîk bûye.

Xwedêjêrazî mamosta “Mûsa Zaxuranî” ji sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û karê mamostatiyê (perwerde) kiriye û 3 pirtûkên çapkirî hene, bi hegera nexweşiya xwe li temenê 68 saliyê de, îro Sêşemê 28ê Sermaweza 1402 a Rojî, li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê de koça dawiyê kir.

Koça dawî a wî rewşenbîrê Kurd xisarek bû bo çand û wêje û pênûsek ji mala yekîtiya nivîskarên Kurd kêm bû.

Bila rihawî şad be û serê gelê Kurd sax be.