Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du mamosteyên olî li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin

11:36 - 3 Kanûna pêşîn 2023

 

Roja Şemî 11ê Sermawezê, mamoste Hesen Emînî pêşnimêjê mizgefta Melaler, yê ser bi bajarê Bokanê û mamoste Mihyedîn Mihemedzade pêşnimêjê mizgefta Newbar yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirove Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ev du mamosteyên Olî girtine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, lipeykeftinên malbata wan du mamosteyan bo agehdarbûn ji çarenivîsa wan bê encam maye.

Mamoste Hesen Emînî, xelkê gundê Merxûz yê ser bi bajarê Seqizê û Mamoste Mihyedîn Mihemedzade xelkê gundê Kenollan yê ser bi bajarê Seqizê ye.

Mamoste Mihyedîn Mihemedzade, berê pêşnimêjê mizgefta gundê Kolle yê ser bi bajarê Dîwanderê bûye û roja 20ê Befranbara sala 1393an bi hukmê Navenda Mezina Îslamî, li pêşnimêjiyê hate dûrxistin û di wî gundî de hate derxistin

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku bi ser wan du mamosteyên Olî de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest de nîne.