Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema çalakiyên leşkerî yên xelkê Belûç kuştî û birîndarên rejîmê zêdetir bûne

10:49 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Bi sedema teqîna bomba qiraxa rê maşîneke spaha pasdaran a terorîst ji nav ço û pasdarekî rejîmê hate kuştin û yek jî birîndar bûye ku rewşa wî xirab e, û herwisa 2 birîndarên rejîmê yên li şerê Cask, li nexweşxaneyê de mirîne.

Pêka raporên belavbûyî li nûçegihaniyên ser bi xelkê Belûç, bi sedema teqîna bomba qiraxa rê maşîneke spaha pasdaran a terorîst ji nav çoye û pasdarekî rejîmê hatiye kuştin û yek jî bi tundî birîndar bûye û rewşa wî bi gelek xirab hatiye ragihand; Saziya “Ensarulfurqan” ew êrîşe li stuyê xwe girtiye.

Herwisa 2 birîndarên rejîmê yên ku li şerê bajarê Caskê de digel hêzên “Ceyşuledil” de hatibûne birîndarkirin li nexweşxaneyê de mirine.

hêzên “Ensarulfurqan” li devera geviya “Zahidan”ê de ew operasiyon kirine û pêka ragihandinên Belûç, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê rêyên hatinûçonê bi tundî kontrol dikin û xalên vekolîn û lêpirsîn li ser wan rêyan de danîne.