Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê girtîgeha heta hetayî ya Hemîd Nûrî yê terorîst dubare hate erêkirin

11:00 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Hemîd Nûrî yê terorîst ku daxwaza pêdeçon bi cezaya hetahetayî ji dadgeha Swêdê kiribû, daxwaza wî ji aliyê vê dadgehê ve hate redkirin û cezaya girtîgeha heta hetayiya wî, careke din hate erêkirin.

Hemîd Nûrî yê terorîst li dema serdan bo Swêdê li sala 1398an a Rojî ji aliyê Polîsê Swêdê ve bi tawana kuştina bi kom a girtiyên siyasî li sala 1367an de hate binçavkirin û dadgehê ew bi tawanbar nas kir û cezaya girtîgeha hete hetayî, bi wî terorîstî dan û li dadgeha pêdeçonê de ji bi 34 sikayet û 26 şahidan, bi tawana encamdamna cinayetên şer, bi girtîgeha heta hetayî hate cezakirin û daxwza wî bo pêdeçona dubare ji aliyê dadgehê ve hate redkirin û cezayê wî, careke din hate erêkirin.

Li vê derheqê de 450 çalakvanên medenî bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar erêkirina dubare ya cezayê girtîgeha heta hetayî ya Hemîd Nûrî, “şikesta rejîma Îranê û serkevtina tevgera dadperweriyê” binav kirin.

Beşek ji xelkê li derveyî Îranê piştî erêkirina dubare ya cezaya girtîhgeha hete hetayî ya Hemîd Nûrî” yê terorîst li ser şeqaman de keyfxweşiya xwe nîşan dan.