Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karmendên gumrîka “Razî” ciwanekî kurd bi tundî birîndar kirin

11:38 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Karmendên Gumrika “Razî” ya ser bi bajarê Selmasê bi awayekî hovane û dûr ji reftarên mirovî, ciwanekî kurd ku çend kîlo ça hebûne, bi derbên çeqûyan bi tundî birîndar kirin û xelkê bi lezgînî ew ciwane bo nexweşxanê veguhastiye.

Roja Sêşemî 28ê Sermawezê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Selahedîn Yûsifî” ê xelkê gundê “Razî” ser bi devera “Kotol” a bajarê Selmasê, bi awayekî dirindane kevte ber êrîşa karmendên gumrika Razî û bi dijwarî birîndar bûye û hêzên ewlehî û leşkerî yên cihgîr li vê gumrikê, ti rêgiriyek ji wan karmendên hov nekirine.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, ew ciwane bi sedema vê yekê ku çend kîlo ça hebûne, ji aliyê karmendên gumrikê ve bi derbên çeqûyan bi serî, mil û destê wî, ew bi tundî birîndar kirine û bi cî hiştine û bi sedema rêjeya zêde ya xweînrêjiyê, kevtiye rewşeke xirab û hişariya xwe ji dest daye, lê xelkê bi lezgînî ew gihandiye nexweşxanê.

ti zayariyên zêdetir li derheq rewşa tendirustiya “Selahedîn”li nexweşxaneyê de li ber dest nîne.