Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi sedema binpêkirina mafê mirovî, li Saziya Netewên Yekgirtî de hate şermezarkirin

16:12 - 20 Kanûna pêşîn 2023

Kora giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî, biryarnameya şermezarkirina rejîma Îranê bi sedema binpêkirina berfireh a mafên mirovî, bi piraniya dengan erê kir.

Roja Sêşemî 28ê Sermawezê, li saziya Netewên Yekgirtî de biryarnameyek bo şermezarkirina rejîma Îranê bi sedema binpêkirina berfireh a mafên mirovî, bi 78 dengên Erê, 30 dengên Ne û 68 dengên bêalî, hate erê kirin.

Pêka vê biryarnameyê rejîma Îranê bi awayekî berfireh mafê kêmîneyên olî binpê dike û daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku dawî bi wan binpêkirinan bîne.

Herwisa li vê biryarnameyê de “tundtirbûna serkuta armancdar a jin û keçan” li Îranê bi tundî hatiye şermezarkirin û bi tekezî daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku “cudatîdanînên sîstematîk, azardan û refta azarder a gotinî û fizîkî li dijî jin û keçan” bisekinîne.

Herwisa daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku, “Îşkence, cezakirinên hovane û nemirovane û bêrêzîker” bi dawî bîne û “serkuta sîstematîk, binçavkirinên xoserane ya dijberan ên wek bêserûşûnkirina dijberan” bisekinîne”.