Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho: “Şer heta dawîhatin bi Hemasê dê berdewam be”

10:47 - 21 Kanûna pêşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîl sekinandina şer li Xezê red kir û gotiye ku şer dê heta dawîpêhatina Hemasê dê berdewam be û şer nasekine.

Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” li derheq dawîhatin şerê digel Hemasê peyameke vîdyoyî belav kir û li vê girte vîdyoyê de bi rohnî gotiye: “Em dê wî şerî hata dawîhatin bi Hemasê berdewam bikin û ev şere heta serketin bi ser Hemasê dê berdewam be”.

Herwisa navbirî gotiye ku heta gihîştin bi armancên xwe em nasekinin û her kesek wa hizir dike ku em dê bisekinin, gelek ji rastiyê dûr kevtiye”.

Herwisa serokê taya siyasiya Hemasê “Îsmaîl Heniye” serdana Misrê kiriye ku Misir wek navbendçî danûstandinê digel Îsraîlê bike û pêka gotina beşek ji berpirsên Hemasê, ew girûpe li pey dawîhatin bi şer e û wî berpirsê milîsên Hemasê gotiye ku Hemas amade ye bo sekinandina demkî ya yek hefteyî, 40 barimteyan azad bike.

Hemas li jêr givaş û gefa jinavçonê de ye lewma bi her hêcetekê amadeye şer bisekinîne lê Îsraîl û Artêşa Îsraîlê biryar dane ku heta dawîanîn bi Hemasê, şer nesekinînin.