Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeya “Eynulesed” kevte ber êrîşa raktî

12:07 - 21 Kanûna pêşîn 2023

Hêzên Amerîkayê ragihandine ku binkeya “Eynulesed” a hêzên Amerîka li rojavayê Îraqê kevtiye ber êrîşa rakêtekê, lê ti xisarên malî an canî nebûye.

Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM”, bi belavkirina daxuyaniyekê, ragihand: “Li demjimêr 7ê sibêdeha roja Çarşemî 29ê Sermawezê, binkeya esmaniya “Eynulesed” ku cihê mana hêzên Amerîkayê ye, bi rakêteke 122 mîlîmetrî, bûye armanc lê vê êrîşê ti xisarek canî an malî nebûye.

Herwisa li vê daxuyaniya CENTCOM”ê de hatiye ku hêzên hevpeyman ên navnetewî, zanyariyên li derheq cihê avêtina vê rakêtê bo hêzên ewlehî yên Îraqê şandine û piştre hêzên ewlehî yên Îraqê kamiyonek ku ji vê bo avêtina rakêtê hatibû bikaranîn, peyda kirine.

Hêj ti alî an girûpekê vê êrîş nekêşaye stuyê xwe lê heta niha êrîşên bo ser hêzên Amerîka û hevpeymanên navnetewî ji aliyê milîs û girûpên ser bi rejîma Îranê ve hatine kirin.

Piştî hoşdariya tund a Amerîka bi hikûmeta Îraqê, Mihemed Şîyaie Sûdanî serokwezîrê Îraqê heçî ev êrîşên bo ser hêzê û binkeyên Amerîka û hevpeymanan û Herêma Hûrdistanê bi kar û kiryarên terorîstî hesibandin û ragihand ev terorîst piştî naskirinê dê bêne cezadanê.

Amerîkayê mafê bervanî ji xwe li hember her cure êrîşekê bo xwe bi parastî dizane.