Roja Şemî 11ê Sermawezê, hejmarek ji Kurdistaniyên rûniştiyên welatê Siwîsê, bi xwendina peyamekê herwisa sirûda, Le Qendîlî Serberzewe, Hunermend Tahîr Xelîlî bibîr anîn û piştevaniya xwe bo hunermendên Rojhilatê Kurdistanê dane xûya.
Kurdistaniyên rûniştiyê welatê Siwîsê ragehandin, li hember parastina yeketiya netewî, herdem piştevaniya navxwe a welatin û di yek sengerê de şerê dagîrkeran dikin.
Roja Înê 10ê Sermawezê, rejîma Îranê bi belavkirina girte vîdeoyekê û li çewtekariyek tewaw de, behs ji piştevaniya hunermendan li rejîma Îranê kir.
Di vê girete vîdyoyê de, komek ji hunermendên parêzgehên Urmiye û Sine tên dîtin, ku bi awayekî bizorê ji aliyê navendên serkutker yên rejîmê ve hatine neçarkirin bi xwendina sirûda Ey Îran.
Ev girte vîdeo piştî vê yekê hate belavkirn ku di rojên derbasbûyî de û piştî koça dawiya hunermendê gel, Tahir Xelîlî, û berhema binav û deng a navbirî bi navê, Le qendîlî Serberzewe, ji aliyê wan hunermendan ve bo rêzgirtin ji kesayetî û tekoşîna Tahîr Xelîlî li Serdeştê hatibû xwendin.