Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeya fermandehiya Hizbullaha Lubnanê kire armanc

12:09 - 21 Kanûna pêşîn 2023

Hêza Esmaniya Artêşa Îsraîlê daye zanîn ku binkeya Fermandehiya Hizbullaha Lubnanê kiriye armanc û herwisa li ragihandinên Lubnanê dane zanîn ku Îsraîl deverek li başûrê Lubnanê kiriye armanca mûşekan.

Nûçegihaniya “Al-Minar” a Lubnanê roja Pêncşemî 30ê Sermawezê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku Atrêşa Îsraîlê êrîş kiriye ser “Kifir Kela” li başûrê Lubnanê û bînayek kirina armanca 3 mûşekan û Artêşa Îsraîlê jî gotiyê ku ew bînaye binkeya fermandehiya Hizbullah a Lubnanê bûye.

Herwisa ji aliyê Lubnanê ve Îsraîl bû armanca 4 rakêtan û Atrêşa Îsraîlê bi topbaraneke giran bersiva vê êrîşê daye.

Li bajarê Xezê de jî li devera Cibaliya û Elbirîc de, Artêşa Îsraîl hinek cihên ser bi milîsên hemasê bi tundî bombebaran kirin.

Li başûrê Xezê de li bajarê “Xanyûnis”ê de jî, Artêşa Îsraîlê fermana derkevtina xelkê medenî ji devereke mezin a wî bajarê daye ku pêka gotina nûçegihaniya El-Erebiye, ew dever %20 a bajarê Xanyûnis li xwe digre .

Artîşa Îsraîl li dawî amarên xwe de ragihand ku li 24 demjimêrên roja Çarşemî, 29ê Sermawezê, 230 binke û cihên ser bi milîsên Hemasê teqandine.