Li dawî rêûresma rêzgirtin ji roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê, li welatê Swêdê de rêûresmeke bi şan bi rê ve ço û herwisa li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wêne û traktên taybet bi vê rojê hatine belavkirin.
Li dirêjiya bi bilindragirtina roja “Ala û Pêşmergê kurdistanê”, li welatên Ewropayê de ,li bajarê Vêstirosê li Swêdê, rêûresmeke bi şan bo bilindragirtina roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê” bi beşdariya hejmarek zêde ji endam û alîgirên Hizba Demokrat û mîvanan bi rêve ço.
Herwisa li navxweyê Rojhilatê Kurdistanê de jî endam û alîgirên Hizba Demokrat, çalakiyên pirozbahiya 26ê Sermawezê, roja “Ala û Pêşmergê Kurdistanê, li çendîn cihên bajarê Sinê wek kolanên “Çiwarbax, Şêxan, Ferah, Gulşen û tepeya Beharmest” û herwisa gundên “Gaware û textê zengî ser bi bajarê Sinê, wêneyên şehîdan belav kirin.
Herwisa li bajarê Bokanê de endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê Alîkendê ser bi bajarê Bokanê, gora şehîd “Mihemd hacî Resûlpûr” bi Ala ya Kurdistanê xemilandin.