Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 460an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

13:01 - 21 Kanûna pêşîn 2023

 

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku mijar û gotarên Agirî de wiha ne:

Rûpela 1: Manşêta 460 emîn hejmara Agirî li jêr nave “RAWESTAN LI HEMBER BARIMREGIRTINÊ ” dikeve ber çavê xwênerên hêja.

Rûpelên 2 û 3  a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo peyama Navenda Birêveberiya giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkevta 26ê Sermawezê roja Ala û Pêşmergê kurdistanê.

Rûpelên 4 gotara: “Ger hebe dadperwerî, heq digîje heqê xwe” ji nivsîna Nûredîdîn Sofîzade.

Rûpela 5ê de gotara: “Totalîtarîzm li Îranê” ji nivsîna Azad Kurdî.

Rûpela 6 a Agirî de gotarek bi navê: “Min Divê her Tu Bilind Bî” ji nivsîna “Kofîxwar” hatiye weşandin.

Rûpela 7 gotara: “Almanî êdî dixwazin Îslama Siyasî bê sînordarkirin” Nivsîna Eskender ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de Nêrîna lîderan jî çap bûye.

Rûpela 8 gotara: “Rojavayê Kurdistanê û metirsiya nebûna projeyekî Kurdî”  ji nivsîna Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 9 de gotarek: “Kurdistan û dîroka serhildana şaristaniyetê” ji nivîsa Bêhzad Qadirî.

Rûpela 10 ê de ku rûpela taybet bi mijarên Çandiye , Nûçeya koça dawî a Helbestvan û nivîskarê Kurd Mamosta Mûsa Zaxuranî û herwisa kurtiyek ji jiyannama wî nemirî çap bûye.

Rûpela 11  “Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov li Rojhilatê Kurdistan, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine weşandin”.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq Pêşwazî ji Şev Çile anku şeva “Yelda” yê ji kêşan û terahiya Serbest Urmiye.

Xwandevanên hêja bona dagirtina faîla Rojnameya “Agirî” dikarin li ser vê lînkê bitkîn.