Gemiyên sîxurîkirin ên rejîma Îranê bo êrîşkirina Hûsiyan li ser gemiyên ticarî li deryaya sor, alîkariya Hûsiyan dikin.
Rojnameya “The Wall Street Journal” bi belavkirina raporekê daye zanîn berpirsên ewlehî yên welatên Rojavayî û deverî gotine ku milîsên ser bi rejîma Îslamiya Îranê zanyariyên hewce didin Hûsiyên Yemenê ku êrîşkerên Hûsî bi wan zanyariyan bikarin bi mûşek û dironan li deryaya Sor de gemiyên ticarî bikin armanc.
Pêka vê raporê, zanyariyên ku ji aliyê milîsên ser bi rejîma Îranê li deryaya Sor de têne komkirin bi Hûsiyên yemenê tênedan ku li êrîşên vê dawiyê li geviya Babulmendeb de ew zanyarî hatibûne bikaranîn.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku gemiyeke rejîma Îranê li deryaya Sor de derfeta êrîşên mûşekî û dironî bo ser gemiyên ticarî çê dike.
rojnameya “The Wall Street” daxwaz ji nûnerê rejîma Îranê li Saziya Netewên Yekgirtî de kiriye ku li vê derheqê de bersivê bide, lê wî nûnerê rejîmê heta niha ti bersivek nebûye.