Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja jidayîkbûna Şehîd “Dr. Qasimlo” li hemî bajar û deverên Rojhilatê kurdistanê hate pîrozkirin

11:01 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Xelkê bajarê bajar û herêmên cuda cudaye rojhilatê kurdistanê, li şeva Yelda, şeva ji dayîkbûna rêberê zana û “Pêxemberê Aşitiyê”, Şehîd “Dr. Qasimlo”, bi danîna wêneya wî şehîdî li ser sifreya Yeldayê, ew roja pîroz kirin.

Li vê derheqê de Xelkê deverên ser bi bajarê Selmas û derdor û li navxweyê wî bajarî, li şeva Yeldayê, şeva ji dayîkbûna rêberê zana Şehîd “Dr. Qasimlo”, bi danîna wêneya wî rêberê şehîd li ser sifreya şeva Yeldayê, ew bone pîroz kirin û yada wî rêberê mezin bi bilind ragirtin.

 Bi wî awayî xelkê wan deveran tevî rêzgirtin ji rêberê zana û “Pêxemberê Aşitiyê”, Şehîd “Dr. Qasimlo”, yada wî bi bilind ragirtin û bi wêneya wî şehîdê rêber, şeva Yelda xemilandin.

Şehîd “Dr. Qasimlo”, sala 1309 a Rojî li şeva Yeldayê de ji dayîk bibû û xelkê Kurdistanê li şeva Yeldayê de yada wî rêberî bi bilind radigrin û wêneya wî li ser sifreya şeva Yeldayê datînin.