Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Elî Simko li welatê Swîdê bi axê hate spartin

11:44 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Termê Elî Simko Nevyê rêberê navdare tevgêra rizgarîxwaze Kurd, şehîd Simkoyê şikak li bajarê vêstrosê li welatê Swîdê bi axê hate spartin.

Roja Înê 22 yê Kanûna pêşîn a 2023an, termê Elî Simko, kurê Tahir xan Simko û nevyê Simkoyê Şikak li merasimekî berfireh de, bi beşdariya malbat û kesûkar û dost û nasiyaran û bi taybetî sedan endam û alîgirên Hizba Demokrat û bi rêkxistina kumîta Hizba demokrat li welatê Swîdê, bi axê hate spartin.

Herwisa piştre li salonekê de her li bajarê Vêstrosê de, merasima sersaxî û hevxemiyê hate bi rê ve birin ku Kurdên her çwar perçên Kurdistanê ji Swîdê û welatên dinê ye ewrûpa tê de beşdar bûn.

Li vê merasimê de rezdar Hesen Şîweselî endamê Rêberiya Hizba demokrat û dostê nêzîk yê nemir Elî Simko, li ser kesayetî û xebata Elî Simko û malbata welatparêze wî kir.

Elî Simko hefteya derbasbûyî bi sedema nesaxiyê li temenê 77 saliyê de li welatê Swîdê koça dawî kir.

Elî Simko piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê û sernixûniya rejîma dîktatore paşayetî, û hatina ser kare rejîma kevnarperwere Îslamî, û red kirina daxwazên netewiye gelê Kurd, û digel destpêkirina xebata aşkera a Hizba Demokrat, Elîxan û malbata xwe a welatparêz hêza Berevaniya Netewî a şehîd Simko pêk anî ku hêzekî Hizba Demokrat bû û nemir Elî simko bo heyamê çendîn salan serperestiya wê hêzê dikir.

Sala 1984an piştî dagîrkirina nawçên Kurdistanê ji aliyê rejîma Xumeynî ve, Elî Simko digel malbat û zarokên xwe amade nebûn serê xwe bo dujmin biçemînin û teslîm bin, lewra rêka penaberî û derkevtina ji welat girte bera xwe û li welatê Swîdê akincî bû.

Heya ku bi serbilindî û li ser wefadariya bi rêbaza netewî û armancên gel, di roja Sêşemiya hefteya derbasbûyî li temenê 77 saliyê de koça dawî kir, riha wî şad û bila serê malbata wî û gelê me sax be.