Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Ewlehiya N.Y biryara zêdekirina alîkariyên mirovî bo Xezê pesend kir

12:06 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî bo gihandina zêdetir a alîkariyên mirovî bo Xezê, birayar da û vê pêkê alîkarî dê zedetir bo Xezê bîne şandin; Rûsiyê û Amerîkayê li vê biryardanê de dengê bêalî dan.

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, piştî danûstandinên çend roje li encamê de biryara bi zêdekirina alîkariyên mirovî bo Xezê da û ev biryare bi 13 dengên Erê û 2 dengên bêalî ya Rûsiyê û Amerîkayê hate pesendkirin.

Li vê biryarnameyê de daxwaza hilgirtina pêngavên lezgîn û bê lemper bo destpêregihîştina xelkê Xezê bi alîkariyên mirovî hatiye kirin.

Li vê biryarnameyê de êdî ti basek ji sekinandina lezgîn a şer nehatiye kirin.

Li vê derheqê de nûnerê Îsraîl li Saziya Netewên Yekgirtî “Gîlan Erdan” tevî rexnegirtin ji vê biryarê gotiye: “Tekeziya Saziya Netewên Yekgirtî bi tenê li ser çêkirina rewşeke ewleh bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezê ye , ew yeka girîng nîne û berê jî Îsraîlê îzna gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezê daye, ya baş ev e ku Saziya Netewên Yekgirtî, tekezîyê li ser mijara kirîza barimteyan bike”.