Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî huşdarî da ku gef li ser canê 5 girtiyan li Îranê heye

12:27 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Gefa bidarvekirinê li ser 5 binçavkirî yên li girtîgehên rejîma Îranê heye, û li vê derheqê de  Saziya Lêbihorîna Navnetewî huşdarî da û îşare bi îşkencekirina wan girtiyan ji aliyê rejîma Îranê ve kiriye.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî li derheq gefa li ser canê 5 xwenîşanderên nerazî ku li meşa şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin hûşdarî da û bi tekezî ragihand ku ew girtiyane li girtîgehan de ji aliyê rejîmê ve bo îtirafkirina bi zorê bi tundtirîşn şêwe hatine îşkencekirin.

Li vê raporê de îşare bi navê “Mocahid Mêhmannewaz, Mensûr Dêhmerdê, Mihemed Qubadlû, Mucahid(Ebas) Kurkur û Riza Resayî” hatiye kirin ku li jêr gefa bidarvekirinê de ne.

Herwisa li vê raporê de îşare bi îşkencekirina 4 kes ji wan girtiyan hatiye kirin ku rastî lêdan û birîndarkirin, şokên elektrîkî, fetisandin, azardana zayendî û bêpargkirina bi zanebûn ji destpêregihîştin bi derman û pêregihîştinên tendirûstiyê hatiye kirin.

Herwisa vê saziyê huşdarî daye ku gefa bidarvekirinê li ser canê 15 girtiyên din jî heye û li 8 haletan bidarvekirina de jî dadgehên bi zorê û dadgehên sexte û îtirafên bi zorê bi tevahî bo vê saziyê eşkere bûne.