Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

yada şehîdbûna “Sipêhr E`iZemî” li salvegera şehîdbûna wî de bi bilind hate ragirtin

11:43 - 3 Kanûna pêşîn 2023

Rêûresma yekemîn salvegera şehîdbûna “Sipêhr E`izemî” yê xelkê bajarê “Sehnê” ser bi bajarê Kirmaşanê yê rûniştiyê bajarê “Kerec”ê, li ser gora wî li bajarê Kerecê de bi rê ve ço.

Yekemîn salvegera şehîdbûna şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, “Sipêhr E`izemî” yê xelkê bajarê Sehnê” ser bi bajarê Kirmaşanê yê rûniştiyê bajarê “Kerec”ê, li roja Pêncşemî 9ê Sermawezê, bi beşdariya malbat û kesûkarên wî, li goristana bajarê Kerecê de bi rê ve ço.

Şehîd Sipêhr E`izemî” ku li çileya şehîdbûna “Hedîs Necefî” de ji aliyê hêzên hov û dijî mirov yên rejîma Îranê ve bi dijwarî birîndar bibû, li 15ê Sermaweza 1401 a Rojî, li nexweşxaneya “Medenî” ya bajarê Kerecê de şehîd bû.

Bi sedema givaşên rejîma Îranê û rênedan bi malbatên şehîdan bo birêvebirina rêûresma yekemîn salvegera şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, malbat û kesûkarên şehîd “Sipêhr E`izemî”, neçar man çend rojan zûtir vê rêûresmê bi rê ve bibin.