Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li melbenda 1 a Kurdistanê de rêûresma şeva Yelda bi rê ve ço

18:19 - 23 Kanûna pêşîn 2023

Êwara roj Pêncşemî 30ê Sermawezê, Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, bi hilkefta cejna 93emîn salvegera ji dayîkbûna rêberê mezin ê gelê Kurd “Dr. Qasimlo”, rêûresmek li melbenda 1 a Kurdistanê lidar xist.

Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdan, dest pêkir, piştre pêşkêşkara bernamê , “Zekiye Sidqî” daxwaz ji hevrêyan “Mako û Hanî Hormozî” kir ku şemala rêûresme hil bikin.

Li beşeke din a rêûresmê de peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê “Pêşewa Elîpûr” ve hate pêşkêşkirin.

“Pêşewa Elîpûr” li peyama xwe de îşare bi binyata serbixweyiya siyasî û serbixweyiya biryardanê kir ku li tekoşînên “Dr. Qasimlo” de xuya bûn û heta niha jî ew destkevteke siyasî û exlaqî bo Hizba Demokrat e.

Herwisa navbirî li beşek ji peyama xwede got: “Mîrata siyasî û hizriya Dr. Qasimlo bo me û nivşa me bi qasekî zêde ye ku dikarin bi vê, şoreşeke mezin bi rê bixin, bi mercek ku rêrevê rast ê vî rêberê şehîd bin. Bi keyfxeşiyê ve niha li civaka Rojhilat de dîtingeh û hizrînên “Dr. Qasimlo” bi qasekî pêgeh peyda kiriye ku nivşa nû ya ciwanan, bê vê ku Dr. Qasimlo bibînin, li ser şeqaman nav û rêbaza wî wek dirûşm didin û herwisa li tekoşînên siyasî û giştî de li ser vê, serî hildin, dijî dagîrker û jinavbirîna welatê me xwedî helwîst in û li hember nasyonalîzma Îranî li navxwe û derve disekinin.

Li beşke din a vê rêûresmê de sirûdek li jêr navê “Estêran yek yek çawrên” ji aliyê kora sirûda “Yelda”yê ve bi serperstiya hevrê “Hemekol” hate pêşkêşkirin.

Piştre helbestek ji aliyê hawrê “Şarox Hesenzade” û şanoyek li jêr navê “Qutabxane û Şoreş” ji aliyê zarokên Demokrat ve hate pîşkêşkirin.

Beşek din a vê rêûresmê bo pêşkêşkirina sirûda “Qasimlo Qasimlo” hatibû terxan kirin ku ew berhema ji navxweyê welat ve hatibû şandin û ji aliyê Ciwanên Demokrat ve hate pêşkêşkirin.