Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza hilveşandina cezayê êdama barimteyê Swêdî ji Îranê hat kirin

11:08 - 24 Kanûna pêşîn 2023

Komîserê Mafê Mirovê yê Saziya Netewên Yekgirtî, daxwaza hilveşandina cezayê bidarvekirina barimteyê Swêdî yê li girtîgeha rejîma Îranê de kiriye.

Komîserê Mafê Mirovê yê Saziya Netewên Yekgirtî “Folkêr Tork”, bi belavkirina peyamekê de daye zanîn ku metirsiya bidarvekirina barimteyê Swêdî yê li destê rejîma Îranê “Ehmedriza Celalî” li girtîgeha “Êvîn” a rejîmê li bajarê Tehranê de heye û daxwaza hilveşandina cezaya bidarvekirina navbirî ji rejîma Îranê kiriye.

Herwisa navbirî li peyama xwe de sepandina tohmeta “Muharibe” li ser wî girtiyê Swêdî-Îranî, bi gelek azarder binav kir.

Komîserê Mafê Mirovê yê Saziya Netewên Yekgirtî, îşare bi vê yekê kiriye ku ew cezaye tevî ku nedadperwerane hatiye sepandinê, standardên pêregihîştin bi dosyeya wî jî berçav negirtine.

peyama “Folker Tork” li halekê de ye ku dadgeha Swêdê biryara dawî ya hepsa heta hetayî ya “Hemîd Nûrî” yê cinayetkar, bi tekezî erê kiriye û rejîma Îranê li hember vê biryar dadgeha Swêdê, renge “Ehmedriza Celalî” bidar veke.