Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hejmara sêdaredana Kurd ji aliyê rejîma Îranê %177 zêde bûye

11:12 - 24 Kanûna pêşîn 2023

Li halekê de ku sala 2023 a Zayînî hêj bi dawî nehatiye lê bi berhevdana digela sala 2022 a Zayînî, rêjeya bidarvekirina welatiyên Kurd ên li girtîgehên rejîma Îranê de %177 zêde bûye.

Hevdem digel pêla zêdebûna bidarvekirina girtiyên siyasî, olî û cudabîran ji aliyê rejîam Îslamiya Îranê, rêjeya bidarvekirina welatiyên Kurd li girtîgehên rejîma Îranê de bi awayekî berçav zêde bûye.

Pêka rapora “Hengaw”ê li sala 2022 a Zayînî de 52 haletên bidarvekirina welatiyên Kurd ên li girtîgehên rejîma Îranê hatine tomarkirin û li destpêka sala 2023 a Zayînî heta niha 144 welatiyên Kurd ji aliyê rejîmê ve hatine bidarvekirin ku ew rêjeye, 92 halet zêdetir ji rêjeya sala 2022 anku %177 zêde bûye.

Herwisa li vê raporê de îşare hatiye kirin ku nasnameya 141 kes ji rêjeya 144 kesên ku hatine bidarvekirinê, hatiye zanîn.

Hêj sala zayînî ya 2023 bi dawî nehatiye û renge ew rêjeye hêj zêdetir bibe.