Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê 47 girtiyên siyasî hatne aşkerakirin ku egera sêdaredana wan heye

11:18 - 24 Kanûna pêşîn 2023

Navenda Mafê Mirov li Îranê, bi belavkirina rêzbendiyekê navê 47 girtiyên siyasî ku li girtîgehên rejîmê de cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin, belav kiriye.

Navenda Mafê Mirov li Îranê bi belavkirina raporekê navê 47 girtiyên siyasî bi hûrgiliyên rewşa wan belav kirine ku ev girtiyên siyasî yên binçavkiriyên şoreşa “Jîna”yê ne.

Pêka vê raporê 35 binçavkiriyên siyasî ne û 12 kes ji serhildêrê şoreşa Jînayê ne.

Piraniya tohmetên sepandî bi ser wan girtiyên siyasî, “hewldan li dijî ewlehiya netewî, endametî li Hizbên dijberî rejîmê, bexî, mofsidê Fî erz û miharibe” bûne ku tevahiya wan girtiyan rastî îşkencekirinên hovane yên curbicur hatine û hinek ji wan neçar bi îtirafa bi zorê li jêr îşkenceyan de bûne û nadadperwerane hatine dadgehîkirin û kombûnên dadgehîkirina wan zêdetir şanoyî bûne.

Rejîma Îranê pêla ji bidarvekirinan ku pitir ji gelên “Kurd û Belûç” in, bo tirsandin û fetisandina dengê azadîxwaziya xelkê bi rê xistiye.