Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi ser xelata Saxarof ya Jîna Emînî, de girt

11:21 - 24 Kanûna pêşîn 2023

Piştî vegeraa parêzerê malbata şehîd “Jîna Emînî” ji Firansê bo Îranê, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li balafirxaney Tehranê de dest bi ser xelata Saxarof de girtin û lêpirsîn ji parêzerê vê malbatê kirine.

Roja derbasbûyî hate ragihandin ku piştî vegera “Salih Nîkbext” parêzerê malbata şehîd “Jîna Emînî” ji Firansê bo Îranê, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê tevî lêpirsîna ji navbirî, destd bi ser pasport û telefona wî de girtin, û xelata Saxarof ya pêşkêşkirî bi şehîd “Jîna” jî jê standin û zevt kirin.

“Salih Nîkbext” ê temen 72 salî yê parêzerê malbata şehîd “Jîna Emînî”, ku bi nûneratî ji aliyê malbata “Jîna Emînî”, li rêûresma pêşkêşkirina xelata Azadiya Hizrîn a “Saxarof” ku li sala 2023 bi şehîd “Jîna”yê re hatibû pêşkêşkirin, li welatê Firansê de beşdarî kiribû û ew xelate bi emanet vergirtibû da ku bigehîne destê malbata Jina yê.

Wê pêkê hêzên rejîmê ku bo vergirtina wî xelatî îzn nedan ku dayîk û bavê Şehîd Jîna yê biçin û li merasimê de beşdar bin û xelat vergirin, niha lewheya Saxarof a Parlemana Ewropayê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê li balafirxaneya Tehranê de ji “Salih Nîkbext” hatiye standin.

Kiryarên wiha yên rejîmê dide xuya ku heta çi astekê azadiya hizrîn li Îranê li jêr givaşan de ye û çawa dengê azadîxwaziya xelkê tê fetisandin.