Rejîma Îranê li deryaya Hindê de gemiyek ku hilgirê madên kîmiyayî bûye bi dironekê kire armanc û bû sedema agirpêketin li beşeke vê gemiyê lê agir bi lezgînî hatiye temirandin û xisarên canê nebûye.
“Pêntagon”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku dironek ku ji aliyê Îranê ve hatibû avêtin, li nêzî avên Hindistanê bi gemiyeke hilgirê madên kîmiyayî ya bi navê ”CHEM PLUTO” kevtiye ku bûye sedema agirpêketinê lê bi lezgînî ew agir hatiye temirandin û vê êrîşê ti xisareke canî nebûye.
Pêka gotina berdevkê Pêntagonê, ew gemiye bi alaya “Lêbêriya” ya welatê Japonê ye ku ji aliyê kompaniyeke Holendê ve tê birêvebirin û demjimêr 10ê sibedeha roja Şemiyê bi dema Hindistanê li 200 mayliya qiraxavên Hindistanê kevtiye ber vê êrîşa vê dirona rejîma Îranê.
Berdevkê Wezareta berevaniya Amerîkayê bi tekezî ew yeka jî gotiye: “Ew dirona bombrêjkirî ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin”.
Berpirsên ewlehî yên rojavayî û herwisa deverê ragihandine ku rejîma Îranê tevî gihandina mûşek û dironan bi milîsên Hûsî, zanyariyên nû û zindî bo wan milîsan dişînin ku li êrîşan de bo ser gemiyên ticarî têne bikaranîn.